MSD: Divê komîteyek ji bo lêkolînkirina sûcên li dijî gelê Sûriyê were avakirin

MSD’ê komkujiya li taxa Tedamun a Şamê şermezar kir û banga avakirina komîteyekê ji bo lêkolînkirina sûcên hikumeta Şamê yên li dijî gelê Sûriyê kir.

Çend roj in li ser malperên civakî dîmenên hin sivîlên çavgirtî ku ji aliyê leşkerên hikûmeta Şamê ve tên kuştin, belav bûne.

Hat ragihandin ev komkujî li Taxa Tedamun a Şamê derheqê şêniyên wê de pêk hatiye.

Têkildarî vê Komkujiyê Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê daxuyaniyek da û ev komkujî weke kirineke hov bênase kir.

MSD’ê dibêje:

“Kuştina 41 sivîlan wiha bi awayekî xwînsarî sûc û kirineke hov e.”

MSD’ê şehîdbûna Hevrîn Xelef û Barîn Kobanê bibîr xist û dazanîn ji ber sûcdar ji nayên darizandin, ev sûc dewam dikin.

MSD’ê di dawî de ev komkujiya li taxa Tedamûn a Şemê şermezar kir û banga avakirina komîteyekê ji bo lêkolînkirina sûcên hikumeatê yên li dijî gelê Sûriyê kir.

Back to top button