HPG’ê: Li Zap û Avaşînê 15 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li dijî hêzên artêşa Tirk çalakiyên bi bandor lidarxistin.
Di encamê de 15 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

29’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên dagirker bûn armanca çalakiya gerîllayan.

Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin.

Heman rojê artêşa dagirker qada Werxelê bi gazên jehrî û teqemeniyan bombardiman kir.

22’ê Nîsanê, hêzên dagirker xwestin be bi çeperên Qada Girê Şehîd Hemrînê ve werin.

Yekîneyên artêşa Tirk ketin bin kontrolê û hêzên gerîlla ji nêz ve li wan dan.

Di encamê de leşkerek hat kuştin û hejmareke ji alavên leşkerî jî ket destê gerîlla.

29’ê Nîsanê li Girê Şehîd Berxwedan yekîneyeke bi tevgera a artêşa Tirk dikeve bin kontrola gerîlla.

Berê êvarê gerîlla ji 4 baskan ve li wan didin.

Di encamê de çeperek bi temamî hate tinekirin û 5 leşker hatin kuştin.

Dema ku hêzeke din a artêşa Tirk ji bo destwerdanê hat herêmê, li dijî wan jî 2 çalakiyên bi bandor pêk hatin.

Li vir jî 7 leşker hatin kuştin û kamereyeke şopandinê hate tinekirin.

Piştî çalakiyên gerîlla, artêşa dagirker her bombardiman kir.

Dîsa roja 29’ê Nîsanê artêşa Tirk hewlda bi gazên jehrî û teqemeniyan êrişî qada Kurêjahro bike.

Di encama bersivdayîna gerîlla de leşkerek hat kuştin.

Li Qada Girê Şehîd Şemdîn jî gerîllayên jin bi çekên giran li hêzên artêşa Tirk dan.

Li Qada Kevirêkun jî di çalakiya gerîlla de leşkerek artêşa Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku roja 29’ê Nîsanê herêmên Garê û Zap bûn armanca êrişa balafir û topxaneyên artêşa Tirk.

Back to top button