Bendera Mariupolê bi temamî ji aliyê Rûsyayê ve hate rûxandin

Di warê meydanî de jî rewşa şer û êrişan li Ûkraynayê her ku diçe dijwartir dibe. Eşkere bû ku bendera bajarê Mariupolê bi temamî ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatiye rûxandin.

21’ê Nîsanê Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ragihand ku wan bajarê Mariupolê kontrol kirine.

Di pêvajoya 9 rojên derbasbûyî de, baregeha Azovstal a ku hejmareke zêde a leşkerên Ûkraynî lê asê mane tê topbarankirin.

Ji dîmenên ku îro bi raya giştî re hatin parvekirin, eşkere bû ku bendera bajêr bi temamî ji aliyê hêzên Rûs ve hatiye rûxandin.

Hemû avahiyên fermî yên li derdora benderê hatin hilweşandin û beşek ji keştiyan jî noqî avê bûne.

Ûkrayna: 23,200 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê bîlançoya şerê 66 rojan eşkere kir

Li gorî vê;

23 hezar û 200 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

190 balafir, 155 helîkopter û 1008 tankên Rûsya jî hatine bêkêrkirin.

Rûsya: 142 balafir û 112 helîkopterên Ûkrayna hatine bêkêrkirin

Berdevekê Wezareta parastinêya Rûsya Îgor Konaşenkov jî îdia kir ku 142 balafir, 112 helîkopter û 2,656 tank û wesayitên zirxî yên artêşa Ûkrayna hatine bêkêrkirin.

Back to top button