Dayîkên şehîd û gerîlayan li Dêrik û Tirbespiyê êrişên dijî gerîla şermezar kir

Ji Kobanê heta bi Tirbespî û Dêrikê, dengê Kurdan li dijî êrişan bilind dibe.. Li van deveran meş pêk hatin û daxuyanî hatin dayîn. Di peyaman de hate gotin, “Em Berxwedana Gerîla silav dikin û êrişên dagirkeriya Tirk bi hevkariya PDK’ê rûreş dikin”.

Hêrsa li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK’ê zêde dibe.

Dayîkên şehîdan û gerîla yên li navçeyên Dêrik û Tirbespiyê bi daxuyaniyan hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirkiyê li dijî Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya bi berxwedana Gerîla re anîn ziman.

Bi hezaran şêniyên gundewarên rojhilatê Kobanê li dijî êrişên li ser gerîla daketin kolanan

Şêniyên Kobanê jî li navçeya Çelebiyê meşek pêk anî û helwesta xwe li hemberî dagirkeriyê nîşan dan.

Partiyên PYNK’ê li herêma Firatê: Armanca êrişan parçekirina gelê Kurd e

Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî PYNK’ê jî li Herêma Firatê derbarê heman mijarê de daxuyaniyek da

PYNK’ê êriş bi hewldana parçekirina Kurdan bi nav kir û bang li gelê Kurd û aliyên Kurdî kir ku li dijî van êrişan helwesta xwe zelal bikin.

Rewşenbîrên herêma Firatê banga piştgira berxwedana gerîla kir

Her wiha Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Firatê jî bang li gelê herêmê kir ku destekê bidin berxwedana Gerîla..

Rewşenbîra qala bêdengiya dewletên garnartor li hemberî êrişên dewleta Tirk li dijî Rojava kir û ji wan xwest ku sînorekî ji van êrişan re deynin.

Back to top button