LAVROV: ÇEKKIRINA ÇETEYAN ROL Û BERPIRSYARIYA TIRKIYÊ YE

Bi gurbûna şerê li Idlib û Hemayê, tevgera dîplomasî rawestiya. Bi taybetî navbera Rûsya û Tirkiyê. Dibe ku bendewariyek hebû ka wê encam çawa bin. Lê mirov dikare bêje bi têkçûna çeteyên dewleta Tirk re, wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bêdengiyê derket û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Lavrov got: berpirsyariya rewşa derketî holê, dewleta tirk e.

Di nava şerên dijwar li bakurê Hemayê û nebûna asoyeke zelal a danûstandinên Rûsya û Tirkiyê, di rojên dawî de, daxuyaniyên rayedarên Rûs û Tirkan jî rawestiyan.

Li beranberî vê, bûyerên li ser erdê rû didin ji agirbesê zêdetir nîşaneya gurbûna şer e.

Di nava vê rewşê de, wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bêdengiya evqas roj şkand û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya çapemeniyê de, Lavrov got, wê hêzên welatê wî û yên rêjîma Sûrî bersivên tund bidin çeteyan.

Lavrov dûrî dîplomasiyê axivî û wiha got:

“Komên çete bi moşek û dronan êrîşî baregehan dikin, di nav de ya Himêmîm jî, wê ev jî bê bersiv nemîne.”

Lavrov bal kişand ser çekên giran ên li ba çeteyan û rola dewleta Tirk di çekkirina wan de.

Lavrov di daxuyaniya xwe de zimanekî tund li hember dewleta Tirk bi kar anî.

Di daxuyaniya xwe de, wezîrî Karê Derve yê Rûsyayê li ser rol û berpisryariya dewleta Tirk teqez kir.

Leave a Reply

Back to top button