Roja yekemîn a konferansa 3emîn a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bi diruşmeya “YPJ hêza misogeriya azadiya jin, parastina ax û têkbirina dagirkeriyê ye”, bi dawî bû.
Konferans doh li hola Çandî ya YPJ`ê bi beşdariya 400 delegeyan hate lidarxistin.
Axaftina vekirina konfransê ji aliyê Endama Fermandariya giştî ya QSD’ê, Newroz Ehmed ve hat kirin.
Newroz Ehmed got: Bi pêşxistina şerê gel ê şoreşgerî wê êrîş têk biçin.
Piştre bi navê Kongra Star Lîlan Hesen, bi navê HPC- Jin Zeyneb Efrîn, dayika fermandar û damezrînera YPJ`ê Jînda Ronahî, Hemdiye Kûtê axivîn.
Di konferansê de rewşa siyasî û leşkerî li ser asta cîhanê, Rojhilata Navîn, Sûriyê û qada Kurdistanê hatin nirxandin.
YPJ`ê bernameya yekemîn a konferansê bi belavkirina rapora salane bidawî kir û dê îro were nîqaşkirin.
Tê payîn ku konferansa îro bi xwendina rapora salane ya kar û xebatên YPJ’ê nîqaşkirina rewşa rêxistinî û derbaskirina rêziknameyê di ber çavan re, guhertina wê û derxistina encaman bi dawî bibe.