
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteya YBŞ’ê ya li Medîwanê kirin. Şevanên YBŞ’ê bi tundî bersiv da û êriş şikand.
Çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Gundê Hellûş ê bajarokê Medîwanê yê Şengalê, saet 05:45’an de bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrîşî nuqteya hêzên YBŞ’ê kirin.
Şervanên YBŞ’ê bersiv da çeteyên DAIŞ’ê û şer derket.
Di encam de wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan hate teqandin û êrîş hate têkbirin.
Piştî bersiva tund a şervanên YBŞ’ê çeteyên DAIŞ’ê paşde reviya ne.
Hê di derbarê kuştî û birîndaran de agahiyeke zelal neketiye dest.