LI EYN ÎSAYÊ RÊVEBERIYA GIŞTÎ YA SOTEMENIYÊ HATE AVAKIRIN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civînekê li navçeya Eyn Îsayê Rêveberiya Giştî ya Sotemaniyê ava kir.

Civîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê hat lidarxistin.

Civîn bi nirxandina raporên hemû rêveberiyan destpê kir û ji bo çareserkirina astengiyan pêşniyar hatin pêşkêşkirin.

Piştre, Meclisa Rêveber, Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê li ser asta herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir.

Di dawiya civînê de, rojek ji bo civîna mehane a bi Meclisa Rêveber re hate diyarkirin.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ji Buroya Çandinî, Pîşesazî, Xizmetguzarî, Veguhestin, Çavdêrî, Malî, Gaza malan û Buroya Dîwan pêk tê.

Leave a Reply

Back to top button