Cejna Remezanê di bin siya gefên êrişên dewleta Tirk tê pêşwazîkirin

Sibe roja yekê a Cejna Remezanê ye. Ji ber êrişên dewleta Tirk, Kurd û gelên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî, cejnê di bin siya gefên şer pêşwazî dikin.

Piştî mehe ji rojiya Remezanê temam bû, sibe cîhana Îslamê wê Cejnê pêşwazî bike.

Li gel gefên êrişê yên dewleta Tirk, dorpêçkirina herêma û aloziya aborî jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwazin rêûresên cejnê pêk bînin.

Lê berovajî demên derbasbûyî, gel îsal bi dilêşî cejnê pêşwazî dike.

Xelkê Qamişlo anîn ziman ku ji ber êrişên li dijî herêmê û tevgera dagirkeriya a li Çiyayên Kurdistanê, ew nikar bi kêfxweşî cejna xwe pîroz bikin.

Tevî vê yekê jî dibêjin, her çiqas êrişên dewleta Tirk zêde bibin, wê vîna wan neyê şikandin.

Xelkê Qamişlo gerîllayên ku di çeperên berxwedanê de jî jibîr nekirin û cejna wan pîroz kirin.

Back to top button