“Hêzên ku ji Şengalê reviyan wê nikaribin wê biparêzin”

Hewldanên êriş û planên li hemberî xwerêxistinkirin û xwerêvebirina li Şengalê dewam dike. Endamê Asayîşa Êzidxanê Nasir Xeyro diyar kir ku hêzên PDK’ê û Iraqê ku ji Şengalê reviyan û gel neparastin, wê ji niha û şûnde jî nikaribin biparêzin.

Piştî ku Şengal hate rizgarkirin, civaka Êzidî ji bo avakirina warê xwe dest da hev û di encama hewldaneke mezin de jî Hêzên Asayîşa Êzidxanê, ava kirin.

Lê di encama peymana PDK, rêjîma Enqerê û hikumeta Iraqê de, hewldanên têkbirina aramiya li Şengalê jî zêde bûn.

Êvara 18’ê Nîsana borî, dema gelê Êzdî Cejna Çarşema Serê Salê pîroz dikirin, artêşa Iraqê êrişî navendên Asayîşa Êzdxanê yên li Dugirê kir.

Paşê li ser bersivdayîna hêzên YBŞ û YJŞ’ê, şer derket.

Her çendî şer hate rawestandin jî lê hewldanên Iraq ji bo tepisandina Hêzên Parastinê yên Êzdî hê jî dewam dike.

Endamê Asayîşa Êzdxanê li Sinûnê, Nasir Xeyro got, hêzên ku ji Şengalê reviyan wê ti carî Êzdiyan neparêzin û got;

Nasir Xeyro ragihand ku Asayîşa Êzdxanê ji roja ava bûye her gelê Şengalê parastiye û wê vê berpirsiyariya xwe jî her dewam bike.

“Bila Iraq li şûna şer, xizmetê pêşkêşî Şengalê bike”

Li aliyê din ji ber hebûna hêzên çekdar ên Iraqê li Şengalê, jiyana gel zor û zehmet bûye.

Xwedêda Murad ku li gundê Barê pez xwedî dike, got ji ber metirsiya êrişan ew nikarin bi hêsanî tevbigerin.

 

Back to top button