HPG’ê: Gerîla bi bandor li dagirkeran dixe, 9 leşker hatin kuştin

Li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk, gerîlla ji Bakur heta Başûrê Kurdistanê çalakiyên bi bandor lidar dixin. Li gorî daxuyaniya HPG’ê di çalakiyan de 9 leşker hatin kuştin. Her wiha wesayîteke zirxî û çeperên çekên giran jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku gerîllayên wan li dijî êrişên artêşa Tirk, ji Bakur heta Başûrê Kurdistanê çalakiyên bi bandor pêk anîne.

Navendê diyar kir ku di çalakiyan de darbên giran li artêşa Tirk hatine xistin û ev agahî parve kirin:

20’ê Nîsanê artêşa Tirk li herêma Cûdî ya Botanê dest bi tevgereke leşkerî kir.

23’ê Nîsanê yekîneyên artêşa Tirk bûn armanca çalakiyên gerîllayên YJA-STAR’ê û di encamê de wê rojê tevgera leşkerî bê encam bidawî bû.

27’ê Nîsanê li herêma Helena Pîr di encama çalakiya sekvaniyê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê li qada Girê Hirmo jî gerîlla li çeperên artêşa Tirk dan û li vir leşkerek din hate kuştin.

28’ê Nîsanê li Qada Girê Şehîd Jêhat, yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk ji aliyê gerîlla ve tê şopandin.

Danê nîvro gerîlla bi ser wê yekîneyê de girt û di encamê de herî kêm leşkerek hat kuştin, 1 jî birîndar bû.

29’ê Nîsanê li qada berxwedanê ya Werxelê, gerîlla li çepera çekê giran ê artêşa Tirk dan.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin û çeper tevî çekên A-4 û bombeavêj hatin tinekirin.

30’ê Nîsanê li derdora Qada Werxelê gerîlla careke din li hêzên dagirker dan.

Di encama xurt a lêdanê de dagirker çeperên xwe hiştin û reviyan.

Heman rojî çeperên şer ên li Werxelê bi çekên kîmyewî hatin bombardimankirin.

Li herêma Zapê jî 30’ê Nîsanê yekîneyên artêşa dagirker li derdora qada Kurêjahro bûn armanca çalakiya Hêza Parastina Ezmanî ya Şehîd Delal.

Heman rojê gerîlla bi çekên giran jî li wan dan, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Li aliyê qada Şikefta Birîndaran jî di encama çalakiya sekvanî de, leşkerek hat kuştin.

Piştî van çalakiyan, helîkopterên şer li ser bajarê Amediye û Dihokê di bin kontrola PDK’ê de xwestin Kurêjahro bombardiman bikin.

Lê ji ber bersivdayîna gerîlla, helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

Roja 30’ê Nîsanê artêşa dagirker 7 caran li dijî Kurêjahro û çeperên şer ên Şehîd Berxwedan, çekên kîmyewî bikar anîn.

Li herêma Xakûrkê, 27’ê Nîsanê wesayîta leşkerî li herêma di navbera Girê Kevortê û Girê Masîro de, bû armanca çalakiya gerîlla.

Di encamê de wesayît hate rûxandin û 3 kesên tê de bûn jî hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di navbera 29 û 30’ê Nîsanê de herêmên Xakûr û Zapê hatin bombardimankirin.

Back to top button