MESRÛR BARZANÎ JI BO AVAKIRINA HIKÛMETA HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HAT ERK DA KIRIN

Civîna Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê bi beşdarbûna 97 endaman pêk hat. Di civînê de Mesrur Barzanî bi piraniya dengan ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma başûrê Kurdistanê hate erkdarkirin.

Piştî ku Nêçîrvan Barzanî duh weke serokê Herêma başûrê Kurdistanê sonda yasayî xwar, îro Mesrur Barzanî ji bo avakirina hikûmetê hate erkdar kirin.

Di civînê de Mesrur Barzanî bi 87 dengan ji bo avakirina hikûmetê hate erkdar kirin.

Parlamenterên Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî deng dan namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrur Barzanî .

Leave a Reply

Back to top button