CPT’ê têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk belgedîmenek weşand

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan -CPT) têkildarê binpêkirin û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê belgedîmenek weşand.

Tîma Aştîxwaz a Xiristiyan (CPT) têkildarî Başûrê Kurdistanê belgedîmenek weşand.

Di dîmenê hatî weşandin de dagirkerî û sûcên dewleta Tirk a li hemberî welatiyên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, cih digire.

Li gorî belgedîmenê dewleta Tirk a dagirker li gundê Hirorê yê Başûrê Kurdistanê 4 baregehên leşkerî çêkiriye.

Di heman demê de CPT bal dikişîne ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker, dema di êrîşên xwe de sivîlan hedef digire.

Di belgedîmenê de pir zelal xuya dibe ku dewleta Tirk a dagirker mal û cihên welatiyan bombebaran dike.

Back to top button