Artêşa Iraqê careke din êrişê Asayîşa Êzidîxanê kir

Artêşa Iraqê careke din hewilda dest dayne li ser noqteyên Asayîşa Êzidîxanê yên li Dîgurê, Sinunê û Xanesorê yên Şengalê.

Doh êvarê artêşa Iraqê hewilda noqteyên Asayîşa Êzîdxanê, li Sinûnê û navenda Şengalê dorpêç bikin, lê rastî bersiva Asayîşa Êzdîxanê hat.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, li Sinûnê ji pevçûnek dem kurt derket. Hêzên artêşa Iraqê yên ku dixwestin li vir bi pêş ve biçin, neçar man ku paşve vekişin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê li navenda Şengalê jî dengê teqînan hatiye bihîstîn lê heya niha agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.

Ev çen roj in li Bexda û Şengalê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek hevdîtin hatin kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê artêşa Iraqê di polîtîkayên dorpêçkirin û êrîşan de bi israre.

Back to top button