Berpirsên Goran û YNK: Tirkiye dixwaze Kurdstanê dagir bike û PDK jî hevkar e

Berpirsên Tevgera Goran û YNK yên li Başûrê Kurdistanê dibêjin ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê dixwaze Kurdistanê dagir bike.

Berpirsê Tevgera Goran ê li bajarokê Şeqlawa yê Hewlêrê Resûl Mihemed tekez dike ku niha metirsiyeke mezin li ser Başûrê Kurdistanê heye.

Resûl Mihemed dibêje:

”Tirkiye dixwaze destkeftiyên gelê Kurd ên li her çar beşên Kurdistanê tune bike, Başûr dagir bike û PDK’ê jî hevakariya wê dike.”

Berpirsê YNK’ê yê bajarokê Balîsan a Hewlêrê Serdar Şêx Wesanî jî anî ziman niha dem hatiye gelê Kurd bibe yek û ev got:

” Mixabin Kurdan ji dîrokê ders negirtine.

Çeka herî baş ya li hemberî dijminên Kurdan, yekîtî ye.”

Back to top button