Li Ermenîstanê di xwepêşandanên ji bo Qerebaxê de 125 kes hatin binçavkirin

Li Ermenîstanê hêrsa gel a li dijî Serokwezîr Paşiyan ji bo mijara Qerebaxê kêm nabe. Di xwepêşandanên li paytext Êrîvanê pêk hatin de, 125 kes hatin binçavkirin.

Ji ber pêşniyara peymana aştiyê ya bi Azerbeycanê re, zextên li ser Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan zêde dibin.

Duh hatibû ragihandin ku di xwepêşandanên girseyî yên ji aliyê mûxalefetê ve li paytext Erîvanê hatin lidarxistin de, 125 kes hatin binçavkirin.

Bi hezaran xwepêşanderên ku kolanên Erîvanê dagirtin û daxwaza îstifakirina Paşînyan kiribûn, li Meydana Fransa a qada sereke ya bajêr e, bi danîna barîkatan rê hatibûn girtin.

Di xwepêşandanan de aliyên opozisyonê hişyarî dabûn Paşînyan ku di mijara Qerebaxê de ti tawîzan nede Azerbaycanê.

Paytext Erîvanê ji 17’ê Nîsanê ve hema, her roj bûye qada xwepêşandanên protestoyî yên ku ji hêla muxalefetê ve têne organîzekirin.

Di meha Nîsanê de Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Paşînyan bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê civiyan.

Her du lîderan ferman dabûn wezîrên xwe yên derve ku “ji bo hevdîtinên aştiyê dest bi xebatên amadekariyê bikin”.

Back to top button