Berpirsên Goran û YNK: Tirkiye dixwaze Kurdstanê dagir bike û PDK jî hevkar e

Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDKê her diçe zêde dibin. Berpirsên Tevgera Goran û YNK yên li Başûrê Kurdistanê dibêjin ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê dixwaze Kurdistanê dagir bike. Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî û Pêşmergeya Dêrîn Ronak Mecîd jî bang li herkesî kir ku li dijî êriş û çalakiyan di nava çalakiyan de bin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya PDK’ê dewam dikin.

Têkildarî êrişên li ser Başûr û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re Berpirsê Tevgera Goran ê li bajarokê Şeqlawa yê Hewlêrê Resûl Mihemed axivî,

Resûl Mihemed destnîşan dike metirsiyeke mezin li ser Başûrê Kurdistanê heye û wiha dibeje:

”Tirkiye dixwaze destkeftiyên gelê Kurd ên li her çar beşên Kurdistanê tune bike, Başûr dagir bike û PDK’ê jî hevakariya wê dike.”

Berpirsê YNK’ê yê bajarokê Balîsan a Hewlêrê Serdar Şêx Wesanî jî anî ziman niha dem hatiye gelê Kurd bibe yek û ev got: ” Mixabin Kurdan ji dîrokê ders negirtine. Çeka herî baş ya li hemberî dijminên Kurdan, yekîtî ye.”

Pêşmergeya Dêrin Ronak Mecîd: Ev şer li dijî statûya Başûrê Kurdistanê darbeyeke

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî û Pêşmergeya Dêrîn Ronak Mecîd jî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re da

Ronak Mecîd diyar kir ev êriş darbeya li hemberî statuya Kurdistanê ye.

Mecîd, bal kişand li ser hevkariya PDK’ê û diyar kir ku siyaseta ku Barzanî li herêmê dide meşandin, xizmetê ji dijminê gelê kurd re dike û got:

“Ew siyaseta ku niha malbata Barzanî dide meşandin, siyaseteke dijminahiyê ye.

Ev siyaset aramiya Başûrê Kurdistanê têk bibe.

Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî serî li vê rêbazê dide.”

Ronak Mecîd, anî ziman ku li hemberî “xiyanetê” tişta pêwîst bihêzkirina yêkitiyê ye.

Dawî Pêşmergeya Dêrin Ronak Mecîd destnîşan kir ku heger li her çar parçeyan Kurd li hemberî van êrişan derbikevin dikarin vê planê pûç bikin û ev bang kir:

“Bangawaziya me hem ji Başûrê Kurdistanê re, ji jinan re û hem jî ji Pêşmergeyên Dêrîn re ew e ku xiyaneta malbata Barzanî qebûl nekin. Divê li her derî em di nava çalakiyan de bin.”

Back to top button