LI AMÛDÊ AGIR VEMIRÎ, LI TILEHMÎSÊ DEWAM DIKE

Şewitandina zeviyan li bakur û Rojhilatê Sûrî didome.
Herî dawî agir bi zeviyên gundewarên Amûdê Til Hemîsê ket.

Piştî Tirbespiyê, agir bi zeviyên gundên Birîva yê li ser riya Amûdê û Dirbêsiyê û gundê Til Lehim ê bi 15 KM li rojavayê navçeya Til Hemîsê ye ket.

Piştî hewldanên şêniyan û tîmên agirkujê, agirê li gundê Birîva vemirî.

Lê belê agirê li Tilehmîsê dewam dike û ber bi aliyê bakur ve diçe.

Tîmên agirkujê berê xwe da cihê bûyerê û di nava tevgerê de ne.

Rêveberiya Xweser bang li gel dike ku, bi hev re zeviyên xwe biparêzin û agir vemirînin.

Leave a Reply

Back to top button