Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna şehîdan pîroz kir

Cejna Remezanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji goristanên şehîdan dest pê kir
Serê sibehê bi hezaran welatiyên herêmê berê xwe dan goristanên şehîdan…

Îro malbatên şehîdan û bi hezaran welatiyên herêmê berê xwe dan goristanên şehîdan û cejna zarokên xwe yên şehîd pîroz kirin.

Li bajarê Hesekê malbatên şehîdan serê sibehê berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar û cejna xwe li wir pîroz kirin.

Li navçeya Dirbêsiyê jî malbatên şehîdan çûn ser gorên zarokên xwe û li wir cejna xwe pîroz kirin.

Bi sedan ji malbatên şehîdan ên Amûdê jî serê sibê berê xwe dan Goristana Şehîd Ismaîl.

Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişloyê jî ji serê sibehê ve çûn goristanê û seatên destpêkê ji cejnê li wir derbaskirin.

Her wiha li Dêrikê jî malbatên şehîdan cejna xwe li goristanê pîroz kirin.

Li Kobanê jî malbatên şehîdan berê xwe dan ser gorên zarokên xwe yên şehîd û cejn li wir pîroz kir.

Ev der jî Şehba ye. Bi sedan malbatên şehîdan li goristanê bûn û cejna zarokên xwe yên şehîd pîroz kirin.

Li Helebê li rex malbatên şehîdan, hêzên leşkerî û welatî cejna Remzanê li goristanê pîroz kirin.

Welatiyên Reqayê jî li gel malbatên şehîdan seatên destpêkê ji cejna xwe li goristanê derbaskirin

Her wiha li Tebqayê jî malbatên şehîdan çûn goristanê û cejna xwe li rex zarokên xwe yên şehîd pîroz kirin.

Malbatên şehîdan ên Dêra Zorê jî sibeha cejnê serdana goristinê kirin.

 

Back to top button