Dagirkeran gundê Gozeliyê yê Til Temirê topbaran kir

Di roja yekem a Cejna Remezanê de jî, herêm ji êrişan nefilitî.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê gundê Gozeliyê yê Til Temirê topbaran kir.MIX

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh danê êvarî gundê Til Temir topbaran kir .

Taybet gundê Gozeliyê yê dikeve başûrê rojavayê navçeyê ku li beramberî rêya M4 e bi hawanan rastî êrişan hat.

Derbarê ziyanên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

Her wiha gundên Bênê, Îrşadiyê, Malîkiyê, Şewarxa û Keleha wê, Merenaz, Tat Maraş, Alqemiyê Tinib yên navçeyên Şera û Şêrawa jî bûn hedefa êrişan .

Back to top button