Feleknas Ûca: Werin em dengê gelê Şengalê bilind bikin

Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP )Feleknas Ûca banga xwedîderktina li Şengalê kir.

Feleknas Ûca, têkildarî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.

Feleknas Ûca di daxuyaniyê got:

“Mixabin êrişên li dijî êzidiyên ku heta niha 73 ferman û komkujiyên li wan hatiye kirin, bi awayekî sîstematîk dewam dikin.

Hikûmeta AKP’ê ji bo komkujiyên ku DAIŞ’ê nîvco hiştibû temam bike, bi dehan caran êrişên hewayî li dijî Şengalê pêk anîn. ”

Di beşek din a daxuyaniyê de Feleknas Ûca îşaret bi peymana 9’ê Cotmehê kir û got :

“Bi dîwarê di navbera Rojava de hatiye lêkirin re, dixwazin êzidiyên bi fermanan re rû bi rû bikin.

Lewma Guhdarîkirina gotinên gelên li Şengalê û naskirina vîna wan yekane çareserî ye.”

Feleknas Ûca di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên ku van êrişan temaşe dikin kir ku konsepta qirkirinê betal bikin.

Back to top button