TEV-DEM’ ê banga seferberiyê kir

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê li dijî êrişên li ser Şengalê bi daxuyaniyekê banga seferberiyê kir.
Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê jî banga xwdîderketina li Êzidiyan li gelên Kurdistanê kir.

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK û hikumeta Iraq dixwazin karê nîvcomayî yê DAÎŞ’ê li Şengal ê temam bike.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’Êê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser civaka êzîdî şermezar kir û got

“Bi biryara hikumeta Kazimî artêşa Iraqê sewqiyatên leşkerî yên mezin, çekên giran, bi desteka balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirkiyê şandin Şengalê.

TEV-DEM’Êê di daxuyaniya xwede tekez kir ku
“Parastina berxwedana Şengalê, nirx û çanda wê berpirsyariyeke dîrokî ye û deynek di sûtiyê me tevan de ye.”

“Ev êrişên li ser Iraqê di çarçoveya lihevkirinên dewleta Tirk û hevkariyeke rasterast a ji aliyê PDK’ê ve têne kirin. Armanc ji van êrişan şikandina îradeya civaka êzidî li seranserî Iraq û Kurdistanê ye.

TEV-DEM’ê, di dewama daxuyaniya xwede ev hişiyarî da:

“Dibe ku fermaneke din li dijî civaka me ya êzidî çê bibe, divê her kes bikeve serferberiyê, Divê em hêza xwe ya xweser ji bo parastina êzidiyan kom bikin.

KOMAW: Gerek e em hemû piştgirî bidin civaka Êzîdî

Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Şengalê da û got:

Hêzên ku niha pilana li ser şengal dikin , dixwazin karê nîvcomayî yê DAÎŞ’ê temam bikin.

“Em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz dikin, ku li gel gelê me yê Êzidî yê Şengalê yê leheng cih bigire û bi her awayî piştgiriyê bike.”

Back to top button