Qesy El-Xezalî: Êrişên dewleta Tirk bi weşandina daxwiyaniyan nayê bidawîkirin

Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî ,Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî ya li Iraqê Emar Hekîm diyar kir ku bi weşandina daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk nayê bidawîkirin û li dijî êrişên dewleta Tirk banga lihevkirinê li hêzên siyasî kir.

Qeys El-Xezalî diyar kir ku Dewleta Tirk li ser xaka Iraqê tevger mezin heye û got :

“Ev tevger û xebatên wê bi weşandina daxuyaniyan nayê bidawîkirin.

Li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê divê hêzên siyasî li hev bikin.”

Qeys El-Xezalî li dijî êrişan banga yekîtiyê kir.

Emar Hekîm: Em li dijî operasyonên Tirkiyê ne

Bi heman ermancê Emar Hekîm diyar kir ku Em li dijî operasyonên ku Tirkiye li ser xaka Iraq dike û got :

“Em rewşê dişopînin. Lewma em Daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikim, li gel hêzên siyasî û welatiyan gelek rasteqîn be.” Emar Hekîm dawiyê ev peyam da . Divê demildest mijara ji aliyê dewleta Tirk ve derbaskirina sînorê Iraqê bi dawî bibe.

“Hevkariya Hêzên navxweyî bi dijmin re, xiyanet e”

Her wiha Parêzer û Yasanasên navçeya Koyê, Kakexan Hemîd û Derya Mihemed jî, diyar kirin ku hevkariya hêzên navxweyî bi dijmin re, xiyanet e û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin ku li hemberî van êrîşan, bê deng nemîne.

Back to top button