Bêtirî mehekê ye şerê herî dijwar li Yemenê pêk hat

Li Yemenê şerê ku dawiya 2014’an despê kirî dewam dike. Tevî lihevkirin û agirbestan jî lê ev şer, heta niha bûye sedema ku li welat wêranî û hejariyek zêde pêk were. Despêka Nîsanê de li welat, di navbera Hûsî û hikumeta Yemenê de ji bo 2 mehan agirbest hatibû ragihandin. Lê ev agirbest doh di roja yekemîn ya Cejna Remezanê de hatibû binpêkirin û şerê herî dijwar yê vê dema dawî rûda. Ji herdû aliyan bi dehan kes hatin kuştin.

Li Yemenê şerê herî dijwar yê ji 2’ê Nîsanê ve pêk hat.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê artêşa Yemenê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku li eyaleta Cevfê ya li bakurê welêt di encama gulebarana Hûsiyan de leşkerekî wan hatiye kuştin.

Ji aliyê din ve, li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatin wergirtin, leşkerekî ku bû hedefa sekvanên Hûsî li parêzgeha Taîz a başûrê rojavayê Yemenê hatiye kuştin.

Çapemeniya herêmî ragihand ku şerekî dijwar li rojavayê parêzgeha Maribê di navbera artêşa Yemenê û komên çekdar ên girêdayî Hûsiyan de derketin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku piştî êrîşa Hûsiyan li herêmê şer derket.

Di encamê de, bi dehan Hûsî hatine kuştin.

Ev şerê ku doh di roja yekem a Cejna Remezanê de qewimîn, ji 2’ê Nîsanê ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) agirbesta 2 mehan hat ragihandin, şerê herî dijwar bûn.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya welêt SABAyê, Serokê Dîwana Serokatiyê ya Yemenê Reşad El-Elîmî bi Sererkaniyê Giştî Sagir bin Ezîz re peywendiyek telefonî pêk aniye.

El Elîmî derbar rewşa heyî de, agahî girtin.

Bi înîsiyatifa NY li Yemenê 2 meh agirbest hatibû ragihandin

Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an ve paytext Sana û hin herêm din xistiye bin kontrola xwe.

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Yemenê Grundberg ragihand ku li gorî lihevkirina di navbera aliyên li Urdunê de, hikûmeta Yemenê û Hûsiyan li hev kirin ku ji 2’ê Nîsanê saet 19.00’an û pê ve operasyonên hewayî, bejahî û deryayî ji bo 2 mehan rawestînin.

Back to top button