Lavrov: Wagner bi armanceke bazirganî li Lîbya û Malî ne

Di şerê Rûsya yê li Ûkrayna de carke din, rola koma çekdarên Wagner derketibû pêş. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku şîrketa ewlekariya Rûsî Wagner ji bo armancên bazirganî li Malî û Lîbyayê ye.

Li gorî nûçeya AFP’ê ji zarê Lavrov ragihand ku tu têkiliya Wagner bi hikûmeta Rûsyayê re nîne.

Di daxuyaniya Moskow a ji bo rayedarên Fransî de, ragihand ku Wagner di warê ewlehiyê de bi hikûmeta Maliyê re li hev kirine.

Sergey Lavrov got,

“Hevalê min ê hêja yê Fransî Jean-Yves Le Drian û Wezîrê Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell di Îlona 2021’an de ragihandibûn ku tu têkiliya Rûsyayê li Afrîkayê bi kanalên hikûmetê û şîrketên leşkerî yên taybet re nîne. Afrîka ji bo YE û Fransa herêmeke girînge.”

Lavrov diyar kir ku koma Wagner ji aliyê rayedarên Tobrukê ve hat vexwendin.

Ew ji bo bazirganiyê li Lîbya û Maliyê ne.

Wagner ya tê bawer kirin ku têkliyek xwe ya nêz bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re heye, tê texmînkirin ku li Malî, Lîbya û Sûriyeyê mafên mirovan binpê kiriye.

Hikûmeta Malî diyar kir ku hêzên Rûsyayê artêşê perwerde dikin.

Back to top button