
Hem komînîst e hem jî oldar e, hem S-400 dixwaze hem jî F-35’an.
Ya li ber çavan xuyaye, rewşa serokê AKP’ê Erdogan a kambax.
Gelo mirov çawa dikare xweda nas bike û di heman demê de înkar bike.
Erdoganê ku xwe weke superman da naskirin, li dawiyê kete xefka xwe.
Hem çêkerên F-35 wî rezîl dikin hem jî yên S-400.
Gelo wê çarenûsa Erdogan bi F-35 û S-400 re çawa be?
Tenê ji bo bersiva vê jî dem pêwiste.
Serhişkî û îsrara dewleta Tirk di kirîna sîstema moşekên S-400 a Rûsî bû bela serê wê.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka bersiva dawî da û got:
Rawestandina programa perwerdekirina pîlotên Tirk li ser balafirên F-35 ket meryetê.
Bihaneya Washingtonê jî ew e, sîstema moşekên Rûsî li hember F-35 gef û metirsî ye.
Rayedarên Tirk jî ragihandin ku tu guhertin di kirîna S-400 de nîn e.
Ji bona ku dewleta Tirk vê aloziyê pîne bike, pêşniyarek pêşkêşî DYE kir:
Avakirin komîteyeke hevbeş a teknîkî ji bo şîrovekirina S-400.
Pêşniyara Tirk heya niha bê bersiv maye.
Di vê çarçoveyê de raporin derdikevin ku Erdogan hewl dide xwe ji vê aloziyê rizgar bike.
Çavkaniyên taybet ji rojnameya Der Spiegel a Almanî re axivîn û wiha got:
“Erdogan bi awayekî vekirî di kirîna S-400 de bi îsrar e, lê li bin maseyê, hewl dide xwe û welatê xwe ji vê aloziyê rizgar bike.”
ERDOGAN S-400
TIRKIYE LI BENDA REWŞEKE TENÊHIŞTINÊ YE
Ji ber ku rewşa li Sûriyê aloztir bûye, Erdogan nikare ji bazarê şûn ve vegera û bi Rûsyayê re derbasî aloziyeke kûr bibe.
Di heman demê de, berdewamiya bazara S-400 tê wateya tenêhiştina Tirkiyê û hejandina aboriya wê.
Wê Washington wiha bê ceza derbas neke, divê Erdogan buhayê vê helwestê bide.
Lewre, cezayên aborî yên giran, tenêhiştineke siyasî û paşguhkirineke leşkerî di hundir NATOyê de li benda Tirkiyê ne.
Li gorî çavdêran, çareseriya tekane ew e, avakirina komîteyeke hevbeş bi endamên NATOyê re.
Ew komîte wê sîstema F-35 û S-400 şîrove bike û li gorî encaman biryara dawî bide.
Çawa be jî, hêviyek Erdogan di hevdîtina wî bi Trump re heye.
Ew hevdîtin wê li rex lûtkeya Koma G-20 a ku dawiya vê mehê li Japonyayê tê lidarxistin e.