Serdozgeriya Ûkrayna: 220 zarok hatine kuştin

Rûsya li başûrê Ukrayna êrişên xwe dijwar kiriye. Di armanc hêzên Rûsya de, bajarê Odessa heye. Hêzên Rûsya careke din bi dijwarî êrişî bajar kir. Di encamê de, 5 kes hatin kutşin. Serdozgeriya Ukrayna ragihand kuheta niha 220 zarok hatine kuştin. Wezîrên Enerjiyê yên YE careke din teqezî ser wê yekê kirin ku ew ê bi rubleyê Rûsya enerjiyê nekirin.

Êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê di roja xwe ya 69. de dewam dikin.

Artêşa Rûsyayê doh saetên direngiya şevê bi mûşekan êrîşî bajarê Odessa yê Ukraynayê kir.

Seroka Navenda Koordînasyona Hevbeş a Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Başûrê Ukraynayê Natalia Humeniuk daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşê de zarokek di nav de 5 kes hatine kuştin.

Her wiha ziyan li dêr û cihên sivîlan bûne.

Rayedaran hişyarî da xelkê Odessa ku di sitargehan de bimînin û nêzî pencereyan nebin.

Serdozgeriya Ukraynayê ragihand ku di encama êrişên Rûsyayê yên li ser welat de, 220 zarok hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku ev hejmar daneyên dawî ne û xebatên li herêmên rizgarkirî dewam dikin.

Ukrayna: 24,200 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Serfermandariya Ukraynayê bîlançoya şerê 69 rojan eşkere kir.

Li gorî vê;

Nêzî 24 hezar û 200 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

194 balafir, 155 helîkopter û 1062 tankên Rûsya hatine têkbirin.

Komsera Enerjiya ye Simson: Bazirganiya bi rublê Rûsya binpêkirina biryara cezayan e

Wezîrên enerjiyê yên Yekîtiya Ewropayê li paytexta Belçîka Brukselê civîneke awarte li ser gaza Rûsyayê û dabînkirina enerjiya yekîtiyê li dar xistin.

Piştî civînê Wezîra Veguherîna Jîngehê ya Fransayê Barbara Pompili û Komîserê Enerjiyê yê Komîsyona YE Kadri Simson civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Simson, anî ziman ku YE wê dayîna enerjiyê bi ruble qebûl neke û got,

“Daxwaza Rûsyayê ya bi ruble, binpêkirina biryarên YEyê ye.”

 

Back to top button