EFRÎN – LI GUNDÊ MEŞALÊ YÊ ŞERA 2 ZILAM Û 2 JIN HATIN REVANDIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker rêze-binpêkirinên xwe li Efrînê dewam dikin.
Çeteyên bi navê “Artêşa Netewî” li gundê Meşelê yê Şera, 2 ji wan jin, 4 sivîl revandin.
Li navçeya Şera jî çeteyan 5 sivîl revandin û ji bo berdana wan bi deh-hezar dolar xwestin.

Kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê her diçin zêdetir dibin û êdî bûne karên çeteyan ên rojane.

Li gundê Se’rîncekê yê Şerayê, çeteyên bi navê “Siqûr El-Şemal” Mesud Kemal Mistefa û Mistefa Kemal Mistefa ku birayên hev in, êşkence kirin.

Hat zanîn ku herdu bira neçar man ji gund birevin.

ÇETEYÊN DEWLETA TIRK 5 SIVÎL JI NAVÇEYA ŞERAYÊ REVANDIN

Her wiha çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Metîna yê heman navçeyê 5 sivîl revandin û het niha çarenûsa wan nediyar e.

Heman koma çete li Bilbilê baca bi qasî ji sedî 50 li berhemên çandiniyê ferz kirin.

Li navçeya Raco jî li gundê Welîklê yê heft gundên Meydana, çeteyan dest danîn ser xaniyê şêniyê bi navê Hebeş Mihemed ê 75 salî.

Her wiha ciwanê 28 salî yê bi navê Ehmed Mela Naisan yê ji gundê Gewanda yê heman navçeyê li ser destên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat revandin.

Ji bo berdana wî jî, çeteyan 3 hezar dolar ji malbata wî xwestin.

ÇETEYAN DARISTANÊN HESEN DÊRA Û XILALKA ŞEWITANDIN

Aliyê din ê binpêkirinan, şewitandina dar û daristanan li dar e.

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku çeteyan daristanên gundê Xilalka yê Bilbilê şewitandin.

Her wiha şewat gihaşte ber gundê Hesen Dêra yê navçeya Bilbilê.

Li Şêrewa jî, zeviyên navbera gundên Kefer Nebo û Birc Hêderê bi temamî şewitîn.

Leave a Reply

Back to top button