Parlamentoya Katalonyayê: Divê hêzên Tirkiyê ji Başûrê Kurdistanê derkevin

Parlamentoya Katalonyayê jî bêdengiya cîhanî ya hember êrişên Tirkiyê yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê şermezar kir û banga derketina hêzên Tirkiyê kir. Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê jî nerazîbûn nîşanî êrişan da û diyar kir dewleta Tirk dixwaze planên xwe yên Osmaniya nû pêk bîne. 

Parlamentoya Katalonyayê jî li dijî êrişên Tirkiyê yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê derket û helwesta xwe diyar kir.

Dîwana Serokatiya Parlamentoya Katalonyayê daxuyaniyek da û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Parlamentoya Katalonyayê di daxuyaniya xwe de ev got:

– Neteweyên Yekbûyî, NATO, YE, Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ereban jî di nav de, em bang li hemû hikumet û saziyên navneteweyî dikin ku bi lez li dijî tevgera leşkerî ya nehuqûqî ya dewleta Tirk xwedî helwest bin.

– Em tifaqa siyasî ya YE û welatên endamên bi Tirkiyeyê re şermezar dikin û ji hikumeta Ispanyayê dixwazin hew alav û amûrên leşkerî bide dewleta Tirk.

– Em vê êrişkariyê şermezar dikin û dibêjin bila Tirkiye leşkerên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne.

– Banga me li partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên aştiyê, ew e li hemberî êrişên dewleta Tirk rabin.

– Em parastina rewabûna partiyên Kurd dikin, ên ji bo parastina berjewendî, maf û azadiya welatiyên Kurd bi awayekî demokratik têdikoşin.”

Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê: Dewleta Tirk dixwaze planên Osmaniya nû pêk bîne

Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Ludo De Brabander jî li dijî van êrişan nerazîbûn nîşan da.

Brabander bi rêya gotarekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û bêdengiya welatên Rojavayî jî rexne kir.

Ludo De Brabander di nivîsa xwe de wiha dibêje:

“Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, dixwaze planên xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne.”

Back to top button