Cotyar Kakeyî: Dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike

Nivîsakr û helbestvanên li Başûrê Kurdistanê bertek nîşanî êrişan dan û teqez kirin ku ew ê dagirkeriyê qebûl nekin.

Nivîskar Cotyar Kakeyî Xelef Seîd anî ziman ku armanca Tirkiyê ne tenê gerîla ye ew dixwaze başûr bi giştî dagir bike.

Her wiha îşaret bi girîngiya yekîtiyê li hember êrişan kir û got: ”Ev şer, şerê hebûnê û tinebûnê ye.

Ji bo wê divê hemû Kurd li dijî dagirkeriya Tirkiyê rabin ser piyan û yek dest bin.”

Kakeyî ji hikûmeta Başûr xwest ku rê nede hewil bide bi rêya Iraqê rê li pêşiya dewleta Tirk bigre.

Sofî Merwan: Em dagirkeriyê qet qebûl nakin

Helbestvan Sofî Merwan jî dibêje ew ji ber hevkariya PDK’ê bi Tirkiyê re pir têşin.

Sofî Merwan êrişên Tirkiyê şermezar kir û teqez kir ku ew ê ti carî dagirkeriyê qebûl nekin.

Pêşmergeyê Berê: Divê Kurd hemû li dijî xiyaneta Barzanîyan rabin ser pêyan

Pêşemergeyê berê ku nexwest ji ber rewşa ewlehiyê navê xwe bide, diyar kir ew ji gundê Elemûna Qilebana Şirnexê ye û wî di navbera salên 1976 û 1980’î de pêşmergetiya dildarî kiriye.

Pêşmergeyê berê diyar kir Erdogan sozên cuda dide malbata Barzanîyan û got,

“Lê belê tenê xeyalek Erdogan heye ku xwe bigihîne sînorên Osmaniyan.

Îro bi hinceta PKK’ê dikevin axa Başûr lê belê armanca wan sereke ew e ku ku axa Başûrê Kurdistanê dagir bikin.

Wê Tirkiye ji wir dernekeve û piştî çiyayan dê êrişî bajaran jî bikin. ”

Pêşmergeyê berê ev bang kir:

“Divê Kurdên çar perçeyên Kurdistanê li dijî xiyaneta mala Barzanî rabin ser piyan.

Pêwîste malbata Barzanî jî demildest, dest ji vê xiyanetê berde.”

Back to top button