Fransa..Beriya hilbijartina giştî eniyên Çep dibin yek

Li Fransa amadekariyên hilbijartina giştî tê kirin. Li welat careke din di navbera Rastgir, Rastgirên Tund û Çepgiran de pêşbazî heye. Çepgirên ku di hilbijartina serokomariyê de nebûn yek, dixwazin di hilbijartina giştî de vê kêmaniyê derbas bikin. Lîderê çep a radîkal Melencon beriya hilbijartinên giştî bi du partiyên çep re li hev kir.

Eniyên Çepgir yên li Fransa ji ber hevnegirtinê di hilbijartina serokomariyê de winda kiribûn.

Lê ji bo ev yek di hilbijartina giştî de dubare nebe, eniyên çepgir xwe di îtifaqan de komî serhev dikin.

Lîderê çep a radîkal La France insoumise (LFI) Jean-Luc Melencon ku di tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokomariya Fransayê de bêtirî ji sedî 20’ê dengan wergirt, beriya hilbijartinên giştî bi du partiyên çep re li hev kir.

Lihevkirina destpêkê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de, di navbera France Insoumise (Fransa ya serî natewîne) û partiya hawirdorparêz EELV hate kirin.

Doh jî Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) tevlî tifaqa “Yekîtiya Gel a Civakî û Ekolojîk a Nû” bû.

PCF’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew dixwaze “Bi hurmeta li piralî û xweseriyan li ser bingeha bernameyeke bi biryardar de bigihînin hev.”

France Insoumise û PCF li ser gelek xalan li hev kirine.

Ji wan xalan mûçeyê kêmtirîn 1400 Euro, teqawîtbûna di 60 salî de û plansaziya ekolojîk.

Partiya Komunîst di wê baweriyê de ye ku derketina yekser ji nukleerê di pratîkê de nepêkane, lewma li ber radibe.

Di lihevkirina LFI û EELV de jî mijara girtina santralên nukleerî heye.

Peymana navbera partiyan ji xwe re kiriye armanc ku li meclîsê hêzên çep piraniya endaman bi dest bixin û Jean-Luc Melenchon jî bibe serokwezîr.

Partiya Keskan û LFI heta niha ti carî li hev nekiribûn.

Ji ber vê yekê lihevkirina wan gelekî girîng tê dîtin.

Eger bi Partiya Sosyalîst re jî li hev bê kirin, wê ev yek bibe lihevkombûna hêzên çep ên herî girîng ku herî dawî sala 1997’an li hev kom bûbûn.

Di hilbijartinên giştî yên Fransayê de vê carê bloka neolîberal a Macron, bloka rastgiriya tund û bloka çep wê werin hemberî hev.

Hilbijartinên giştî wê di 12 û 19’ê Hezîranê de bi rengê du tûran bê lidarxistin.

Eger hêzên çep bi rengê tifaqê tevlî hilbijartinê bibe şensê xwe zêde ye ku li piraniya herêmên hilbijartinê bi ser bikeve.

Back to top button