Guterres: Tenê oparasyonên leşkerî wê nekare terorê bidawî bike

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bi navê “Piştgiriya Remezanê” dest bi gera xwe ya ji bo Afrîka kir. Guterres got, bi tenê oparasyonên leşkerî wê nekare terorê bidawî bike.

Sekreterê Giştî yê NY Guterres di çarçoveya serdana xwe ya de li Nîjerya bû.

Guterres despêkê serdana eyaleta Bornoyê ya ku rêxistina terorê Boko Haram lê çalake kir.

Guterres di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Waliyê Eyaleta Bornoyê Babagana Zulum ra daxuyand ku hikûmeta Nîjeryayê ne tenê ji terorê fehm dike, di têkoşîna li dijî terorê de jî nêzîkatiyeke rast dide.

Sekreterê Giştî yê NY bal kişand ser wê yekê ku operasyonên leşkerî bi tena serê xwe nikarin terorê bi dawî bikin û got,

“Girîng e ku bi raya giştî re bawerî bê avakirin û piştgiriya jiyanî ya ji bo mexdûrên êrîşên terorîstî zêde bibe.”

Di êrişên terorî yên Boko Haram a xwe weke baskê DAIŞ’ê ragihandî ji destpêka salên 2000’an ve hatiye avakirin.

Ji sala 2009’an û pêde li Nîjeryayê êrişên xwe yên terorî zêde kiriye.

Heta niha ji ber vê koma terorê bêtirî 20 hezar kes mirine.

Back to top button