Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê derbarê dagirkeriya Tirk li başûrê kurdistanê daxuyaniyek da û got:
Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ketiye asta alarma sor.
Divê gelê kurd di serîde rêveberiya herêma başûrê Kurdistanê li himberî vê dagirkeriyê bisknin.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hişyarî da.
KNK’ê di daxuyaniyê de wiha got:
Dewleta Tirk ji xwe Bakurê Kurdistanê dagirkiriye.
Niha di nav kar de ye ku baskê dagirkeriya xwe li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî fireh bike.
Bi vê hemleya dagirkeriya nû ya li ser başûr dixwaze cografyaya yêkpare ya qismekî rojhilat, bakur û başûrê Kurdistanê ji hev qet bike û xwe li Bradostê û Xakurkê mayînde bike.
ŞERÊ DEWLETA TIRK NE TENÊ LI DIJÎ GERÎLAYE LI DIJÎ TEVAHÎ GELÊ KURD E
KNK’ê diyar ku êrîşên li ser herêma Xakurkê ne tinê dijê Hêzên Gerîla ne, dijê hemî Kurdan e, dagirkeriya Kurdistanê ye.
Hêzên gerîla û xelkê van navçeyan li dijî vê dagirkeriya bê perwa ya dewleta Tirk berxwedaneke xurt nîşan didin û rê nadin ku pêşve biçin.
DIVÊ GELÊ KURD LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ YEKGIRTINA XWE AVA BIKIN
KNK’ê bêdengiya herêma Başûrê Kurdistan li himberî dagirkeriyê rexin kir û wiha got:
Mixabin heta niha jî di serî de Hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê û hêzên başûrê Kurdistanê bi piranî bêdeng in.
Ev bê dengî cesaretê dide dagirkeran, dilê dostan dişkîne û gelê me xemgîn dike.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:
Divê hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî li dijî vê dagirkeriyê di dereceya herî bilind de hazir û amade bin.