Koreya Bakur..Hikumeta Pyongyang moşekek balistîk ceriband

Koreya Bakur îsal ceribandinên moşekan zêde kiriye. Hikumeta Tokyo û Seulê ji ber tevgera rêveberiya Koreya Bakur bifikarin. Rêveberiya Koreya Başûr û Japonya gotin, Koreya Bakur bi awaykî gumanbar moşekek balistîk ya nû ceribandiye.

Li gor nûçeya rojnameya The Guardianê, Serfermandariya Hevbeş a Koreya Başûr ragihand ku Pyongyang ji peravên rojhilatê welêt moşekek avêtiye.

Wezareta Parastinê ya Japonyayê jî diyar kir ku Koreya Bakur mûşekeke balîstîk a muhtemel avêtiye.

Di heman demê de pispor dibêjin ku ev ceribandin armanca dualî berfirehkirina bernameyên moşekî û zexta li ser Waşîngton a ji bo rawestandina gotûbêjên nukleerî ye.

Her wiha tê îdiakirin ku dibe ku Koreya Bakur xwe ji ceribandina nukleerî re amade bike.

Koreya Bakur ji destpêka sala 2022’an ve heta niha 14 moşek ceribandiye.

Rêveberiya Waşîngtonê jî îdia dike ku ev helwesta hikumeta Pyongyangê tenê ji bo balkişandinê ye.

Back to top button