YE şêwazê qanûna hilbijartinê ya parlamentoya Ewropayê diguherîne

Yekîtiya Ewropayê qanûna hilbijartinê ya Parlamentoya Ewropayê diguherîne Ji bo ev pêşnûme bibe qanûn divê ji aliyê Konseya Ewropayê ya ku 27 welatên endam temsîl dike, bi yekdengî bê qebûlkirin. Pêşniyara reforma derbarê hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê ku li welatên YE tên kirin de, ji aliyê parlamenterên PE ve hat qebûlkirin.

Li nava Yekîtiya Ewropa şêwazê hilbijartina Parlamentoya Ewropa (PE) tê guhertin.

Pêşnûmeya nû ya “Qanûna Hilbijartinê ya Ewropayê” ku di dengdana li PE’yê de li hemberî 262 parlamenteran bi dengên 323 parlamenteran hat qebûlkirin.

Di pêşnûmeyê de, hin nûkirinên wekî wekîlên nû, temenê dengdayîn û hilbijartinê, rêbazên dengdayînê hene.

Li gorî vê yekê hilbijêr wê di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de dengên xwe li du sindoqan bidin.

Yek ji van her du sindoqan wê ji bo namzetên parlamenterên PE yên ji welatên Yekîtiya Ewropayê û ya din jî ji bo namzetên ji seranserê Ewropayê bên danîn e.

Bi gotineke din, hilbijêrên welatekî Yekîtiya Ewropayê wê karibin dengê xwe bidin siyasetmedarekî ku li welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê namzedê posta parlamenteriya Ewropayê ye.

Ji bo kesên ku ji bo 705 kursiyên PEyê wek “parlamenterên Ewropayê” bên hilbijartin, 28 kursiyên din jî li meclisê tên zêdekirin.

Ji bilî vê, armanc ew e ku di diyarkirina Serokê Komîsyona YEyê de zêdetir dengê welatiyan were berçavgirtin.

Ji bo ev pêşnûme bibe qanûn divê ji aliyê Konseya Ewropayê ya ku 27 welatên endam tê de cih digirin, bi yekdengî bê qebûlkirin.

Back to top button