Dîmenê rewşa li Ukrayna di Mariupol de xuya dike

70 roj çêbûn û hîna rojeva sereke ya cîhanê rewşa li Ukrayna ye. Bêtirî 150 sivîlên din ji kargeha Azovstal a li Mariupolê ku hêzên Rûsya ew dorpêç kirine derketîn gihiştin bajarê Zaprojiya. Rûsya ji bo pêşîgirtina sewqiyatên leşkerî yên ji welatên rojava bo Ukrayna êrişî trafoyên 6 bajaran kir. Di demekî hêzên Rûsya li berêmên Donbassê dixwazin serketinê bidest bixin de, artêşa Belarûsya ragihand ku wê tetbîqata leşkerî pêk bînin.

Li Ukrayna tevî hemû bertek û bangên rawestandina şer lê Rûsya di ya xwe de israr dike.

Bajarê Mariupolê ku bûye daxwaza Rûsya, ji sedî 90 wêran bûye.

Ev dengê çek û teqînên dawî ji kargeha çekîl ya Azovstal ê tê.

Li vir beşek leşkerên Ukrayna yên di dorpêça Rûsya de mayîn di parastinê de israr dikin.

Hêzên Rûsya jî bê navber kargehê didin ber topan.

Tevî leşkeran beşek zêde ya sivîlan jî li herêmê asê mane.

156 sivîlên ku ji kargehê hatin derxistin, bi basan gihiştin bajarê Zaparojya.

Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê diyar kir ku yekîneyên piyade yên zirxî û ekîba paraşûtê yên Rûsya li eniya di navbera herêmên Îzyum û Barven-kovoyê kirine armanc.

Bi vê yekê re, ji bo dorpêçkirina hêzên Ukrayna, hêzên Rûsî hewl didin ji aliyê bakur ve ber bi Donbasê ve pêşve biçin.

Artêşa Rûsya êrişî Lviv kir

Di vê navberê de, hêzên Rûsya bajarê Lviv yê Ukrayna kir armanca êrişan.

Ji ber êrişê elektirîk qutbû û rêyên trenê rawestiyan.

Rûsya: Ji bo pêşîgirtina sewqiyatan me bi moşekan êrişî 6 trafoy kir

Piştî êrişê îro Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov diyar kir ku hêzên wan bi 6 trafoyên elektirîkê yên li navenda Lviv kirine armanc.

Konaşenkov di daxuyaniya çapemeniya rojane de got;

Navenda 6 trafoyên rêyên serek yên hesin yên li Lviv, Podbortsı, Volonets, Timkovo û Pyatihatka ku çekên ji DYA û YE derbasî herêmê dikir bûn armanca êrişên me.

Li gorî îdiayên Rûsya ji despêka êrişan û heta niha;

146 balafir, 112 helîkopter û 2 hezar û 807 tank û maşîneyên zirxî yên artêşa Ukrayna hatine bêkêrkirin.

Ukrayna: 24,500 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Serfermandariya Ukraynayê jî ji aliyê xwe ve ragihand ku heta niha nêzî 24 hezar û 500 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

194 balafir, 155 helîkopter û 1077 tankanên artêşa Rûsya jî hatine bêbandorkirin.

Li Balarûsya artêşê dest bi tetbîqatê kir

Di demekê ku tevgera Belarûs ya li sînorê Ukrayna fikarên pêkanîna êrişekê zêde dike de ji wî welatî tetbîqata leşkerî pêk tê.

Wezareta Parastinê ya Belarusê ragihand ku hêzên wê yên çekdar dest bi tetbîqatên ji nişka ve kirine.

Back to top button