SHOR :Li gorî biryara efûyê diviyabû bi deh hezaran girtî bihatana berdan

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand tevî biryara efûyê ku Hikûmeta Şamê der heqê girtiyan de derxist, tenê bi dehan girtî hatin berdan û hîna jî bi deh hezaran kes di girtîgehan de ne.

Çavdêriya Sûrî yan Mirovan ragihand ragihand, ku li gorî biryara efûyê ya 30 nîsanê ya ku Beşar Esed der heqê giritiyên Sûrî de derxist, diviyabû bi deh hezaran girtî bihatina berdan û got,

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan: Heta niha tenê 252 girtî hatine berdan

“Lê heta niha tenê 252 girtî serbest hatine berdan.

Heta niha daneyên fermî yan jî lîsteyên navên girtiyên sûd ji efûyê girtine, nehatine eşkerekirin.”

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan: Ji 2011’an ve, 969 hezar û 854 girtî ji wan 155 hezar jin di girtîgehan de ne

Li gorî daneyên çavdêriyê di girtîgehên hikumeta Şamê de, 969 hezar û 854 girtî hene.

Di nava wan de, 155 hezar jin in.

Çavdêriyê destnîşan kir, piştî gelek raporên navneteweyî yên têkildarî dosyaya binpêkirinên di girtîgehan de û zexta rêxistinên mirovî û hiqûqî,

hikumeta Şamê bi rêya vê efûyê hewl bide rûyê xwe xweşik bike û ji binpêkirinên hovane yên di girtîgehan de dike, bireve.

Back to top button