MXDŞ:Li şûna ku PDK’ê ji civaka Êzidî efûya xwe bixwaze, dijminahiyê dike

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbarê polîtîkayên şerê taybet ên PDK’ê de, daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK bi armanca Şengalê vala bike, gotegot û derewan belav dike. Meclisê bang li civaka Êzîdî ya Şengalê kir ku li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên PDK’ê, hişyar bin û got, “Me Şengalê bi xwîna sedan şehîdan rizgar kiriye û emê ti carî dest jê bernedin”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbarê polîtîkayên şerê taybet ên PDK’ê de daxuyaniyek da.

Meclîsê diyar kir ku PDK’ê li dijî civaka Êzîdî dijminahiyeke mezin nîşan dide û wiha got:

“PDK ku di fermana 2014’an de îxaneta herî mezin li civaka Êzidî û Şengalê kir, li şuna ku ji civaka Êzidî efûya xwe bixwaze û şerm bike, ev 8 sal in dijminahiyeke mezin li hemberî civaka Êzidî û Şengalê dike.

PDK’ê tu carî nexwestiye ku civaka Êzidî bibe xwedî îrade û bibe civakeke azad.

Hêrsa herî mezin a PDK’ê ya li hemberî civaka Êzidî ew e ku çima Êzidî nabin xulam û koleyê wan.

Ji ber ku PDK herî zêde dijminê azadiyê ye.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Di êrîşên dawî ên li ser Şengalê de,PDK berpirsyar e

Meclîsê da zanîn ku tişta PDK’ê nikaribû bike, dixwaze bi riya Iraqê bike û ev tişt got:

“PDK’ê dixwest bi Peymana 9’ê Cotmehê car din vegere Şengalê lê civaka me li hemberî vê planê li ber xwe da.

Civaka Êzidî bi dehan caran îlan kir ku ew car din nahêlin PDK vegere Şengalê.

Niha jî PDK dixwaze dewleta Iraqê li hemberî civaka Êzidî bixe nav liv û tevgerê.

Rayedarên PDK’ê her roj bang li artêşa Iraqê dikin ku êrîşî Şengalê bikin.

Û em dixwazin bejin di van şer û pevçûnên dawî de jî berpirsyariya PDK’ê di asta yekemin de ye.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: PDK li Şengalê dest bi belavkirina derewan û şerê taybet kiriye

Meclisê destnîşan kir ku PDK’ê li dijî Şengalê dest bi şerê taybet kiriye û wiha hat dewam kirin:

“PDK ji aliyekî ve dixwaze artêşa Iraqê bi hêzên parastina Şengalê re bide şerkirin ji aliyekî ve jî dest bi meşandina şerê taybet kiriye.

PDK ji bo civaka Êzidî ji Şengalê bide revandin serî li her cure rê û rêbazên bêexlaq dide.

Bi gotegotên derew, dixwaze tirsê di nav gel de ava bike û bere wan bide koçberiyê.

Gelek alî û derdorên girêdayî PDK’ê, bi navê artêşê di nav gel de propaganda dikin û dixwazin çavê gel bitirsînin.”

MECLISA XWESERIYA DEMOKRATÎK A ŞENGALÊ: PDK bi belavkirina derewan dixwaze şengalê vala bike

Meclîsê di dawiyê de bang li civaka Êzîdî, oldar û eşîr û kesayetên naskirî kir ku li hemberî polîtîkayên PDK’ê hişyar bin û got: “PDK dixwaze çavê gele me bitirsîne û Şengalê vala bike.

Ev gotegotên ku têne belavkirin nerast in, derew in.

Me Şengalê bi xwîna sedan şehîdan rizgar kiriye û emê ti carî dest jê bernedin.”

Back to top button