Komelaya Mafê Mirovan: Divê dewlet qirkirinê qebûl bike û lêborînê bixwaze

Îro salvegera 84’an ya destpêkirina Tertele ango komkujiya li dijî Dêrsimê ye. Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di salvegera destpêkirina qirkirina Dêrsimê de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û diyar kir divê dewleta Tirk qirkina li Dêrsîmê qebûl bike û lêborînê bixwaze. Bi boneya salvegera êrişên li ser Dêrsîmê û komkujiyê, li qada Seyîd Riza ya li Dêrsîmê jî merasîmek bîranînê pêk hat.

ji heya cihê bîrbirina bûyerê li ser dîmenan vî dengî bikarbînin û piştî bîrbirinê bila çend seniyan tenê wêneyên komkujiyê bi vî dengî biherike

Di salên 1937-38’an de dewleta Tirk bi biryarnameyekê li Dêrsimê dest bi komkujiyek mezin kir

Piştî biryarnameyê, leşkeran xelkên Dêrsimî sirgûnî kirin û di şikeftan de bi komî qetil kirin.

Di komkujiyê de bi deh hezaran mirovên Kurd hatin kuştin.

Herwiha bi hezaran zarokên keç jî wekî xanîmet dan leşkerên Tirk.

Li gorî şahidên bûyerê herî kêm 70 hezar kurdên Dêrsimê hatin qetilkirin.

Di ser komkujiya Dêrsimê re 84 sal derbas bûn.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di salvegera destpêkirina qirkirina Dêrsimê de cangoriyên komkujiyêê bi bîr anî û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya de Komeleyê diyar kir êrişên di navbera salên 1937 û 1938’an de hatine kirin, qirkirine.

Komeleyê îşaret bi naskirina komkujiya li Dersîmê kir û got:

“Ji bo ku dewlet hevrûyî Dêrsimê bibe divê li meclisê Komîsyona Heqîqetê ya Dêrsimê were avakirin.

Piştî qedandina karên komîsyonê divê sererastkirinên qanûnî were kirin, qirkirin were qebûlkirin, lêborîn were xwestin.”

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan IHD’ê derbarê sûc û binpêkirên li ser Dêrsîmê hatine kirin jî ev bang kir: “Divê cihên gora Seyîd Riza û hevalên wî were eşkerekirin, goristanên komî yên din jî were vekirin, aqûbeta zarokên keç ên saxî hatine girtin were eşkerekirin.”

Li qada Seyîd Riza qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn

Bi boneya salvegera komkujiya Dersîmê, li qada Seyîd Riza ya li Dêrsîmê jî merasîma bîranînê pêk hat.

Merasîm ji aliyê partî, sazî û rêxistinên sivîl yên demokratîk ve hate amadekirin û gelek kes beşdar bûn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û daxuyaniyek hevpar hate dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser Dêsimê û komkujiya li ser gelê Kurd hatin bi bîr xistin û hate gotin:

“Me tiştek ji bîr nekiriye û em ê tiştek êfû nekin”

Di merasîmê hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Mîthat sancar jî axivî.

Mîthar Sancar anî ziman dewleta Tirk bi taybetî li Dêrsîmê bi polîtîkayên bişafatinê xwest li ser rastiya komkujiyan bigirin û got:

“Wê kes nikaribê vê bîra civakî bide ji bîr kirin û em ê hesabê van hemûyan bipirsin.”

Back to top button