Li Serêkaniyê komên çete bi hev ketin

Li gundewarên rojava yên Serêkaniyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin û di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî hatî ragihandin ku li gundewarên rojava yên Serêkaniyê di navbera çeteyên bi navê “Beyreq El-Şiêtat” û Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar rû da.

Şer li gundê Rawiye yê bajarokê Mebroke yê rojavayê Serêkaniyê rû da.

Ji ber gund nêzî sînore şer ji ber nakokiya li ser qaçaqçîtiyê çêbû.

Di encama şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û birîndar rakin nexweşxaneyên Tirkiyê.

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên çeteyên Melek Şah ê bi navê Ebû El-Miqdad di encama teqîna bombeya destan de li navenda Serêkaniyê bi giranî birîndar bû.

Back to top button