ENDAMÊ HÊZÊN ASAYÎŞÊ EDHEM MUSLIM LI KOBANÊ HATE OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Kobanê, Girê Spî û Reqa cenazeyê enadmê Hêzên Asayîşê Edhem Muslim bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Endamê Hêzên Asayîşê Edhem Muslim 10’ê Hezîranê dema erka xwe pêk di anî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Kobanê, Girê Spî û Reqa piştî cenazeyê şehîd wergirtin bi karwanekî ber bi goristana şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de hate oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button