Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê dîmenên çalakiya li dijî qereqolek artêşa Tirk a li Zaxoyê ku di 7’ê Hezîranê de pêk hatibû û 20 leşker hatinbûn kuştin, weşandin.
Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê, di hesaba xwe ya twitter a bi navê “xweparastin” de dîmenên çalakiyê belav kirin.
Di dîmenan de tê dîtin qereqol di bin gulebaranê de ye û gelek avahiyên di wergeha qereqolê de dişewitin.
Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê di 9’ê Hezîranê de bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kiribû ku hêzên wan li dijî qereqola artêşa Tirk a li Zaxoyê çalakiyek lidar xistiye.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatibûn parvekirin:
“Li hemberî dewleta Tirk ku li ser Herêmên Parastina Medya û herêma Xakurkê ya di nava xaka Başûrê Kurdistanê de êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin, yekîneyên me çalakiyek pêk aniye.
Çalakî di 7’ê Hezîranê saet 18.00’an de li dijî qereqola artêşa Tirk a Girê Biyê ya li bajaroka Bêgova ya girêdayî navçeya Zaxo hatiye pêkanîn.
Di çalakiyê de ji du aliyan ve kozik, stargeh û avahiyên di qereqolê de hatine hedefgirtin.
Hêzên me bi awayekî bandor çalakî pêk aniye û di encamê de 20 leşker hatine kuştin.
Her wiha wesayitek leşkerî û gelek stargehên di hewşa qereqolê de şewitî û tunebûne.
Piştî çalakiyê ertêşa Tirk a dagirker bi obus û topên hawanan derdora gundên Rusê û Şundirê topbaran kiriye. P
iştî demekê jî balafirên şer Girê Kordîne û derdora gundê Şundirê bombebaran kiriye.
Di van bombebaran û topbaranan de tu windahî çênebûne, lê ziyana madî li nava bax û baxçeyên gundiyan de çêbûye.”