Li Efxanistanê ji ber lehiyê bêtirî 18 kesî mirin

Li Efxanistanê, barana zêde bandoreke neyînî li welat kiriye. Li 10 parêzgehên Efxanistanê ji ber lehiya ku rabû herî kêm 18 kes mirin.

Alîkarê Wezîrê Dewletê yê Têkoşîna bi Bobelatên Xwezayî ya Rêveberiya Talîbanê Mevlewî Şerafeddîn Muslim der barê lehiya ku li welêt qewimî de daxuyanî da.

Muslim diyar kir ku ji ber lehiya ku ji ber barana zêde li 10 parêzgehên welêt rabûye herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 30 kes jî birîndar bûne.

Mevlewî Şerafeddîn Muslim anî ziman ku tîmên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê hatin kirin û got;

Dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.

Mislim da zanîn ku di lehiyê de herî kêm 100 xanî wêran bûne û bi dehan heywan jî telef bûne.

Berpirsê Talîbanê anî ziman ku ew ê heta radeya ku ji destê wan were alîkariya aborî bi mexdurên ji ber lehiyê re bikin.

Back to top button