Li herêmên Zap û Avaşînê, gerîlla çalakiyên bi bandor li dijî hêzên artêşa Tirk pêk tînin. Li gorî encamên hatî eşkere kirin, di çalakiyan de 7 leşker hatin kuştin.. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîlla bê çare maye, dîsa çekên kîmyewî bikar tîne.
Navenda Ragihandin û Çepmeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên li herêmên Zap û Avaşînê, ev agahî bi raya giştî re parve kirin.
Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî çalakiyên hêzên me nekarî encam bigire, dîsa bi nemerdî li Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Kurojahro çekên kîmyewî bikar tîne.
Lê tevî vê yekê jî çalakiyên gerîlla li dijî van hêzên dagirker dewam dikin.
Li Herêma Avaşînê;
4’ê Gulanê dagirkerên ku li derdora qada Werxelê, bûn armanca sekvanên gerîllayên YJA-STAR’ê.
Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Heman rojê dema dagirkeran xwest bi teqemeniyan êrîşî Werxelê bikin ketin bin kontrola gerilayên me.
Li vir jî di encama çalakiya sabotajê de 2 leşker hatin kuştin.
Piştî nîvro dîsa li Qada Werxelê, gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan.
Digirkerek ku çeka A-4 bikar dianî bi sekvaniyê hate kuştin.
Li Herêma Zapê;
4 ê Gulanê li qada Kurêjahro, dagirkerên li derdora çeperên şer yên Girê Şehîd Harûn bûn armanca çalakiya sekvaniyê ya gerîllayên YJA-STAR’ê.
Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Heman rojê li qada Çiyayêreş, dema dagirkeran xwest ji Girê Şehîd Sorxwîn ber bi Girê Şehîd Kurtay ve biçin bûn hedefa gerîlla.
Li vir jî 2 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.”
Navenda ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 3 û 4’ê Gulanê artêşa dagirker bi çekên kîmyewî çeperên şer yên Kurojahro û Şehîd Şahîn bombebaran kirin.
Dîsa di navbera 3 û 4’ê Gulanê de qadên li Çemço, Garê, Zap, Metîna û Xakûrkê bûn armanca êrişa balafir û topxaneyên artêşa dagirker.