HRE: Li Efrîn, Bab û Ezazê 5 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE li Efrîn, Bab û Ezazê li dijî dewleta tirk û çeteyên wê çalakî pêk anîn. Hate argihandin ku di encama van çalakiyan de 4 dagirker hatin kuştin.

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê dewam dikin.

HRE’ê îro bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên ku di 3’ê Gulanê li Şera, Bab û Ezazê li dijî dagirkeran pêk anî, eşkere kirin.

Di daxuyaniyê ev agahî hatin parvekirin:

Hêzên me li gundê Enapkê yê navçeya Şerayê li baregehek artêşa Tirk a dagirker xistin û 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Hêzên me li herêma Babê çalakiyek sekvanî li dijî çeteyên dagirker pêk anî û di encamê de çeteyek hate kuştin.

Li Ezazê di encama çalakiyekê de serbazekî artêşa Tirk hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.”

HRE’ê ragihand ku di encama çalakiyan de ji wan serbazekî artêşa Tirk 4 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin, 4 leşkerên Tirk ên dagirker jî birîndar bûn.

 

Back to top button