Li bajarê Qamişlo bi deh hezaran li dijî dagirkerî û xiyanetê daketin qadan

Bi dehhezaran welatî ji hemû bajar û navçeyên Herêma Cizîrê îro daketin qadan û li dijî dagirkerî û xiyanetê Meşa Rûmetê li bajarê Qamişlo dar xistin. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û peyam hatin dayîn. Bi deh hezaran kesî li dijî êriş û dagirkeriyê peyama bilindkirina berxwedanê û serkeftinê dan. Endama Desteya Hevserokatiya PYD’Ê Foza Yûsiv di çalakiyê de axivî û ban li tevahiya Kurdan kir ku li dijî planên dijmin bibin yek.

Li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê yên bi hevkariya PDK’ê û êrişên li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgiriya berxwedana gerîla, îro bi dehhezaran welatî li Hêrma Cizîrê daketin qadan.

Bi dehhezaran kes serê sibehê ji hemû bajar û navçeyên Herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe dane bajarê Qamişlo û li dijî dagirkerî û xiyanetê tevlî Meşa Rûmetê bûn.

Bi deh hezaran welatî, nûnerên saziyan, endamên partiyên siyasî jî navê de li Çerxeriya Osman Sebrî kom bûn û ber bi Stada 12’ê Adarê ve meşiyan.

Piştî ku girseya gel gihişt Stada 12’ê Adarê meş veguherî mitîngê.

Foza Yûsiv: An em ê li ber xwe bidin an em ê bên qirkirin

Di mîtîngê de endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv axivî û diyar kir li dijî êrişan ji bilî berxwedanê ti rêyek tune ye.

Piştî wê hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb axivî û got, armanca van êrişan têkbirina projeya demokratîk e.

Hikmet Hebîb diyar kir bi vîna gel û berxwedana gerîlayan dê ev plan û êriş werin têkbirin.

Back to top button