Koma Êzidiyan a parlamentoya Iraqê: Divê hêzekek hevpar a Êzidiyan bê avakirin

Koma Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê ragihand ku ew hemû peymanên bêyî beşdariya Êzidiyan hatine kirin red dikin û hat gotin: “Divê hêzeke hevpar a Êzidiyan bê avakirin.”

Serokê Koma Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê Nayif Xelef Sîdo derbarê rewşa ewlekariya Şengalê de civînek çapmeniyê li dar xist.

Nayif Xelef Sîdo diyar kir ku rewşa niha Êzidî tê de dijîn qirkirin e û got:

“Ji bo tunekirina hemû nakokiyên li herêmên avakirî û misogerkirina parastina pêkhateya Êzidiyan zextên navnexweyî bikar tînin.”

Ez ditirsim lihevkirinek di nava hemû aliyan de ji bo dawîlêanîna hebûna Êzidiyan li Iraqê were kirin.”

Sîdo daxwaz kir ku danûstandinên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta başûrê Kurdistanê ya li ser çarenûsa herêmên Êzidiyan werin rawestandin.

Sîdo ragihand ku ew hemû peymanên bêyî beşdariya Êzidiyan hatine kirin red dikin û da zanîn ku divê hêzeke hevpar a Êzidiyan bê avakirin.

Back to top button