“Divê civaka navneteweyî projeyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî rawestînin”

Serokê rejima dewleta Tirk Erdogan beriya 2 rojan got ku wê mîlyonek koçberên Sûrî li herêmên dagirkirî bi cih bikin. Komîteya Koçberên Serêkaniyê têkildarî vê yekê daxuyanî da û got: Ev proje xeteriykee mezin li ser herêmê çêdike û wê aloziya Sûriyê kûrtirk bike.”

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di daxuyaniya xwe îşaret bi bêdengiya civaka navneteweyî a li hemberî projeyên avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî yên li Sûriyê kir û got,

Ev bêdengî nîşan dide ku civaka navneteweyî bi erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî û exlaqî ranabe.

Komîtiyê diyar kir armanca dagirkeriya Tirk ji vê projeyê guhertina demografiya herêmên Sûriyê yên dagirkirî ye.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî kir ku van projeyên dagirkerî û mêtîngeriyê, rawestînin.

Back to top button