Silêman Hemo: Xilasiya ji qirkirinan bi xweparastinê pêkan e

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo li dijî daxuyanî û idiayên dawî yên PDK’ê yên parastina Şengalê dibêje: “Dema ku DAIŞ’ê li Şengal êrişî me kir PDK li ku bû.!” 

Hevserokê Mala Êzidiyan anî ziman “Tevgerên artêşa Iraqê peyameke eşkere ye, tirsa wê ji belavbûna projeya Rêveberiya Xweser a Şengalê li herêmên din ên Iraqê nîşan dide.”

Silêman Hemo tekez kir ku hêzên leşkerî yên Şengalê hêza xwe îspat kirine û rêveberiya xweser serkeftina xwe di parastina Kurdên Êzidî de piştrast kiriye.

Hemo dibêje:

“Dema ku bi dehan çeteyên DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kirin û li dijî Êzidiyan komkujî pêk anîn, 12 hezar endamên hêzên PDK’ê ji Şengalê reviyan.”

Dawiyê jî tekez kir xilasiya ji qirkirinê tenê bi xweparastinê pêkan e.

Back to top button