Polîsên AKP’ê êrişî navenda giştî ya HDP’ê ya li Enqereyê kirin

Doh polîsên Tirk êrişî Navenda Giştî ya HDP’ya li Enqereyê kirin.
Endam û rêveberên HDP’ê ku bertek nîşanî êrişa polisan dan, ew jî rastî êrişan hatin.
Polîsan di êrişê de gef li Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran xwarin.
Li dijî vê, HDP’ê nerazîbûn nîşan da û tekez kir ew ê bi van êriş û gefan serî netewînin. 

Dewleta Tirk a dagirker ku li hember berxwedana gerîla têk diçe, bi her awayî li dijî Kurd û partiyên siyasî êrişan pêk tîne.

Doh çend kes di bin parastina polîsan de li pêş avahiya HDP ya li Enqereyê kom bûn.

Ev çend kes bi idiya ku zarokên wan di nava PKK’ê de ne bi alên dewleta Tirk li pêş avahiyê daxuyanî dan û çûn.

Paşê, mana polîsan a pêş avahiya partiyê dewam kir.

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku polîs bi mayîna xwe, dixwazin li pêş avahiya partiya wan tevliheviyan derxin û bertek nîşan da.

Polisên Tirk gef li parlamentera HDP’ê xwar û ji Başaran re got

“Ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim.”

Meral Daniş Beştaş: Ne hedê tu kesî ye ku êrişê bibe ser HDP’ê

Rêxistina HDP’ê ya Amedê, têkildarî êrişên li ser navenda partiya xwe daxuyaniyek da.

Parlamenter Meral Daniş Beştaş êriş şermezar kir û got:

“Ne hedê tu kesî ye ku êrişê bibe ser HDP’ê û gefê li parlamentera me bixwe.”

Back to top button